Li Tibîlîsê “Baxçeyê Yekşemê ya Êzidiyan” hate vekirin.
Li Tibîlîsê “Dibistana Yekşemê ya Êzidiyan” hate vekirin. Li baxçeyê zarokan ê Vazisubanî çalakiyek bi navê “Kolorîtê Rengîn ê Vazisubani” hate lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyê de, li baxçeyê zarokan ê Vazisubani ye Hejmara 121an de “Baxçeyê Yekşemê ya Êzidiyan” bi merasîmek mezin hate vekirin, ku dê her hefte derfeta zarokên êzidî hebe ku fêrî zimanê dayikê bibin. Wekî din, pêşangehek ji berhemên wênekêşiyê û hunerên fotoyê hate organîzekirin û konserek hate lidarxistin. Çalakî bi organize kirina “Înîsiyatîfa Civaka Mafên Jinan” ve û bi piştgiriya Daîreya Çand, Perwerde, Werzîş û Karûbarên Ciwanan a Şaredariya Tiblîsê, Komîsyona Perwerde û Çandê ya Meclîsa Bajarê Tiblîsê, û Konseya Koordînasyona Kêmneteweyî ya bin banê Meclîsa Bajar de pêk hat.